+49 152 1360 9436
03.03.2021 - 6:14
  • Kurmanci
  • سۆرانی
  • Türkçe
  • عربي
  • English
  • Deutsch
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
  • Jinên Ciwan
  • Ciwan
  • Dosya Taybet
  • Çand-Huner
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
  • Jinên Ciwan
  • Ciwan
  • Dosya Taybet
  • Çand-Huner
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Nûçe Analiz

Garê gora dijminan e

Serhildan Zeynep Garzan Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
21/02/2021 - 0:03
di nav Analiz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
A A
Garê gora dijminan e
12
Temaşêkirin
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – 
Yeko ARDIL nivîsand 
Dîroka têkiliya nav Kurd û serdestên Tirkan ji bo Kurdan liberxwedan û ji bo Tirkan jî qirkirin e. Kurdan gelek caran serî rakiriye, şer kirine û di encama lîstikên roviyane û dekên xapînok de wenda kirine.

Di dawiya wan şeran de her û her ji bo Kurdan dilojarê, reşgirêdan, şîn û girîn mane. Serdestên Tirk jî tim û tim bi komkujî û qirkirinên xwe şanaz û serbilind bûne. Berxwedêr û lehengên Kurd yên bi hovîtî hatine qetilkirin, li ber sêdaran an jî li pêş lûleyên bêbext gotine, “Ev ê ji we re nemîne. Neviyên me wê teqez li serê we bibin bela.” Û giyanên xwe teslîm kirine.

Va ye, Garê ew ax û kesera dawî ya bi sedan serok û rêberên Kurdan e, Garê qîrîna wan a di guhên nevî û nevîçirkan de ye. Wê qêrînê li gerdûnê olan veda, ranewestiya, daneket, tine nebû û heta damezirandina PKK´ê dewam kir. Heta wê demê jî Tirkan Kurd weke mirov nedihesibandin. Digotin, “Ew çiqas serî hildin, em ê koka wan bînin.” Piştre diçûn li ber stranên şînî yên dayîkên Kurd direqisîn. Lê PKK´ê ew qeder guherand. Ew dewleta ku di çavên bindest de ji her hêz û hebûnê bilindtir û biqewettir bû bi guleya yekem di sala 1984´an de veguherî pûşûpelên hişkbûyî. Guleya yekem a Egîdê Mezin gava di nav dilê dijminan de teqiya, ew Tirkên serdest, hêzdar, serketî û “xwedanên Kurdan” jî mat man. Dinya belkî jî cara yekem dît ku barbar jî dikarin bigirîn. Dinya yekem car bû şahid ku leşker û polîsên xwînxwar jî li ber şervanên Kurd çok didin, destên xwe radikin û lavayê dikin. Dinya ewil car dît ku di rastiyê de ew jî mirov in, ew jî dikarin ji hêla Kurdan ve bên kuştinê, dîlgirtinê û heta serbest bêne berdan jî.

Ev tev de di encama şer û şoreşa PKK´ê de pêk hatine. Divê em baş li xwe mikur werin, baş li ser vê babetê biponijin, em kumê xwe deynin ber xwe û bihizirin. Heta wê demê onbaşiyekî pênc peran ê Tirk li nav Kurdan mîna ruhistin mîna Xwedê bû. Hatina wan an jî avêtina ser gundan heşr û qiyamet bû. Ji çeman li ser pişta jinên Kurdan derbas dibûn, bi sedan serpêhatiyên Kurdan hene ku mêr tazî dikirin, benik bi organên wan ve girêdidan û didan destên jinan. Heta kêyfa wan bixwesta yan jî bigihiştina armancên xwe, wan ev êşkence û zilm dikir, di encamê de jî pirî caran bê kuştinê ji nav gundên Kurdan dernediketin.

Lê dîrok ne dayîka Tirkan e, felek jî ne bavê wan e. dem û dewran guherî û strana “va ye PKK rabû, li deşt û çiyan belav bû.” Hate nivîsandin.

Êdî wisa radana ser gundan ne hêsan bû. Gava general û serokên wan ên herî payebilind jî diçin Kurdistanê û qaşo çeperên leşkerî ziyaret dikin, çok didin ser erdê. Ew wêneya dîrokî ya Erdogan û generalên Tirk di bîra her kesî de ye.

Êdî stranên dilojarê yên mîna “Heyfa min tê bi wê heyfê ku destê Bavê Lalo girtin xistin kelepçeyê û gotin; Yallah lo Kurdo!” Weke bibîranînên dîrokî man. Zarokên Kurdan bi navên şoresgeran, bi stranên serhildêr û bi sirûdên neteweyî mezin dibin.

Bi sedan balafir, tank, top û leşker û pê ve girêdayî derfetên cûr bi cûr, tevî hemûyan bi ser çiyayekî Kurdistanê ve digirin. Meyzînin; ev ji bo dewletekê jî mîna kabûsekê ye. Lê Garê nehat zeptkirin, Garê rûmeta xwe parast, Garê bi keleşên destên gerîla, destaneke ku heta hetayê neyê jibîrkirin, nivîsand. Gerîlayên azadiyê hemû mirad û meqsedên dijminan di dilê wan de fetisandin. Mizgîniya ku dixwestin bidin dinyayê, weke şîn û bobelat li wan vegerandin.

Babet ne dîlên şerî ne, ne jî rizgarkirina çend kesên girtî. Babet ew bû ku li Garê serketinekê bi dest bixin û wê jî ji xwe re bikin rûmetek. Bi sedan nimûneyên leşker û polîsên dîl hene ku bi salan di destên gerîlayan de hatine xwedîkirin û dûv re li malbatên wan hatine vegerandin.

Ev komkujî bi qest û bi hizreke demdirêjî hate kirin. Gotin; eger em rizgar bikin ji xwe, ji me re heta hetayê cihê şanaziyê ye, eger ew bimirin jî, em ê wana li dijî Kurdan bi kar bînin. Lê herdu jî vala derketin. Tevgera “Pençê Qertelê” veguherî “Lingê mirîşkê”.

Garê ji wan re bû goristan. Kurdistan bi tevahî jî wê ji wan re veguhere goristanê.

Gelê Kurd çiqas bi serketina garê şanaz û serbilind be, hindik e. Şabaş û hezar caran şabaş ji bo destana Garê…

YENİ ÖZGÜR POLİTİKA

Parve BikinTweetBişîneParve BikinParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 21’Ê SIBATA 2021’AN

Nivîsa Pêş

Ji pênûsa Gerîla – Xwedawenda azadiyê Sema Yûce

Serhildan Zeynep Garzan

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Xwedawenda heqîqetê Sema Yuce li ezmanên welatê xwe dijî

Ji pênûsa Gerîla - Xwedawenda azadiyê Sema Yûce

Ji bo azadiya Serok Apo li Stuttgartê çalakiya bê îtaatiyê

Ji bo azadiya Serok Apo li Stuttgartê çalakiya bê îtaatiyê

Bir cevap yazın Cevabı iptal et

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

App ji bo Telefona xwe Daxînin

Get it on Google Play

Manşet

  • Ciwanên Kobanê bi tilîliyan ve tevlî gerîla dibin
  • Ji Pênûsa Gerîla – Evîna Azadiyê
  • Ciwanên Kurd ên Berlînê NY’re name şandin
  • Têkoşîn berfirehtir û mezin dibe
  • ROJEVA 3’YÊ ADARA 2021’AN
  • Milîsên HBDH’ê li Amedê Polêsan da: Polêsek Mir
  • Komuna Ciwanên Enternasyonalist li Berlînê Şehîd Mazlum Kobanê Bibîr Anî
  • Li Navçeya Mensura ya Tebqayê Navenda Ciwanan Vebû
  • Li Helebê Ciwanên Şoreşger Dewreya Tenduristiyê vekirîbû, Dewre bi serkeftî Qediya
  • 60 Hunermenda Strana Nû ya ‘Gerîla’ Gotin

Herî zêde hatine xwendin

  • LEZGÎN – Li Kurdistanê leşkerekî dagirker dîsa kêm bû: Gerîla lê da

    LEZGÎN – Li Kurdistanê leşkerekî dagirker dîsa kêm bû: Gerîla lê da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 60 Hunermenda Strana Nû ya ‘Gerîla’ Gotin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi tilîliyan ve tevlî gerîla dibin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Amedê sloganan li ser diwara nivîsandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên ku navê xwe di dîrokê de nivîsandine

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 2 gerîlayên ku 2018’an bi êrîşa hewayî ya li ser Zapê şehîd bûbûn bi bîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Milîsên HBDH’ê li Amedê Polêsan da: Polêsek Mir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Zarokên Agir Bilançoya şewatên meha Sibatê parvekir: Çi neşewitandine kî!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2020. Hemû mafên xwe parastî ye

Ziman

  • Kurmanci
  • سۆرانی
  • Türkçe
  • عربي
  • English
  • Deutsch

Me Bi Şopînin

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • سۆرانی
    • Türkçe
    • عربي
    • English
    • Deutsch
  • Ser Rûpel
  • Çalakî
  • Daxuyanî
  • Hevpeyvîn
  • Analiz
  • Çand-Huner
  • Ciwanên Cihanê
  • Jinên Ciwan
  • Xwendekar
  • Dosya Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2020. Hemû mafên xwe parastî ye