+49 152 1360 9436
03.03.2021 - 4:46
  • Kurmanci
  • سۆرانی
  • Türkçe
  • عربي
  • English
  • Deutsch
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
  • Jinên Ciwan
  • Ciwan
  • Dosya Taybet
  • Çand-Huner
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
  • Jinên Ciwan
  • Ciwan
  • Dosya Taybet
  • Çand-Huner
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Nûçe Analiz

Akp-Mhp, piştî Garê gêj bûne

"Weke hat zanîn, li Garê şikestinek dîrokî xwar. Gerîla careke din wî ruhê xwe yê şoşergerî, wê îradeya xwe Apoyî û wê berxwedana xwe ya lehengî raxist ber çavan."

Çekdar Botan Edîtor: Çekdar Botan
20/02/2021 - 0:03
di nav Analiz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
A A
Akp-Mhp, piştî Garê gêj bûne
8
Temaşêkirin
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN

Eger li Garê bi ser ketibûna, ew ê di demek kurt de çûbûna hilbijartina giştî ya pêşwêxt. Lê weke hat xuyakirin û R.Erdogan bi xwe jî mikur hat ku bi binketin.

Lê ev mirov rihet ranaweste. Weke marê dar li serî ketibe, ew ê ji berê bêhtir bibe êrîşkar.

Berê hinek bi şêwir û bi amadekerî siyaseta xwe ya qirêj dimeşand. Bêguman armanca wî ya sereke, bi giştî têkbirina Tevgrra Azadiyê bû, her wiha di heman çarçovê de bi taybetî jî HDP, HDK û sazî, dezgeh û rêxistinên di heman qadê de bû. Hema niha di ser 10 hezar kesî re, rêveber û endamên çalak ên van tevgrr û rêxistina girtîne.

Lê ev tenê têra serkeftina wan a hilbijartinan nake. Lewma diviya bû, hinek pêngavên dengvedanên mezin bide û bandora giran li ser civakê bike çêkiriban.

Weke mînak Ayasofya guhett kir mizgeft. R.Erdogan gelek kir qîrin û hawar, lê ew bersiva dixwest nestand. Dibe ku ziyana wî ji qezenca wî pirtir çêbû.

Li pev vêna dest bi lêgerîna xazê ya nava deryaya Spî û deryaya Reş kir. Diyar e dizanibû ji deryaya Spî nikare tiştekî bi dest bixe, hema bi lezgînî mizgîniya dîtina xaza li deryaya Reş, bi dengekî bilind qîriya. Medya wî, heyvekî her roj propaganda vê xazê kir. Ji deryaya Spî hate vegerendan û mizgîniya wî deryaya Reş jî hate jibîrkirin; bû nêzî salekê ye kes behsa wê jî nake.

Bala xwe dayê ku van gotin û mizgîniyên wî pere nekir û pûç derketin. Jixwe ew lez û bez û êrîşên wî yên welatan ên Lîbya, Azerbeycan û yên din hemû beravêtî bûn û beravê çûn.

Îja weke mînaka wî birayê derewçînê mezin, li derevek mezintin ji ya birayê xwe geriya û got “wele min dît îro dengê cewrikê kûçika li ezmana dihat”!. Civat hemû pê keniya, dîsa birayî wî yê navdar bi derewan ew ji wê şermê rizgar kir.

Em bala xwe didin R.Erdogan jî hema weke wî birayê derewîn kir û got “ez mizgîniyê didim we em ê di sala 2023’an de biçin ezman”! Ev derewa wî ji ber ku hîn nû ye jî lê diyar dibe ku kes jê bawer nake. Birayê wî yên wî rizgar bike jî nîne, yê wê çawa bibe? Li aliyê din, milet birçiye û ji wî nan dixwaze, neçûna ezman, ezman zikê milet têr nake. Her wiha bexşîşên wî yên çaya kêfê jî milet êdî qîma xwe pê naynin!

Dît ku ev jî bi kêr nehat, dîsa hêviya wî ma ji êrîşên li ser kurdan û hema got “roja çarşemê teqez min guhdar bikin ez ê mizgîniyek hêja bidim we”!

Roja çarşemê hat, lê tu mizgîniya xêrê nehat, ew gotina xwe ya çarşemê jî nekir û deng jê derneket. Lê me dît, roja çarşemê dengê êrîşa ser Garê hat, erê wan encam nedigot, wisa diyar bû ku agahiyê wî jê hebû ku bernameya wî, weke dilê wî nameşe û ew ê nikaribe encama ku ew dixwaze bistîne, lewma mizgîniya xwe ya roja çarşemê betal kir.

Weke hat zanîn, li Garê şikestinek dîrokî xwar. Gerîla careke din wî ruhê xwe yê şoşergerî, wê îradeya xwe Apoyî û wê berxwedana xwe ya lehengî raxist ber çavan. Careke din mirazê R.Erdogan, Bahçelî û hevalbendên wan di qirika wan de hişt. Berovajî wî, şûna wî, gerîlayên azadiya Kurdistanê, mizgînî dan gelê xwe û hezkiriyên xwe yên cîhanî û di asta cejnekê de, bi vê serkeftina bi rûmet ew xelatdar kirin!

Weke di destpêkê de hat gotin, mîna marê birîndar, bê hiş û îrade vir de û wir de baz dide. Ji alîkî ve xwedê giravî şîna şehîdê xwe digerîne, lê dayikên şehîdên xwe jî, ji bo serkeftina hilbijartinên xwe bi kar tîne û li gel vêna dikeve nava nakokiyan; bi ken û helwestên xwe yên ne li rê, xwe kiriye pêkenînê gel.

Helbet mirovên wisa her dem dikarin hovîtî û hartiyê bikin û êrîşî hinek deverên din jî bikin, jixwe behsa êrîşkirina Şingalê, Mexmûrê yan hinek herêmên din ên Rojava û hwd. tên kirin.

Ji ber ku hilbijartina asayî ya 2023’an, ne li berjewendiyên wî ye, li gor zagonê nikare careke din bibe berendamê serokdewletê. Lewma divê şert û mercan ji bo hilbijartinek pêşwext biafirîne. Heta ku ji destê wî were, ew dev ji planên qirêj bernade. Lê wisa diyar dibe ku her diçe, şert û merc li dijî armancên wî yên serokdewletiyê bi pêşve dikeve.


ÇAVKANÎ: Rojnameya Welat – Ahmet Aktaş

Parve BikinTweetBişîneParve BikinParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 20’Ê SIBATA 2021’AN

Nivîsa Pêş

Ji Pênûsa Gerîla: Êdî em ji cengê re amadebûn…

Çekdar Botan

Çekdar Botan

Nivîsa Pêş
TAYBET – Bi Wêneyan Berxwedana Cenga Heftanînê

Ji Pênûsa Gerîla: Êdî em ji cengê re amadebûn...

Kolana têr Pîrozbahiya serfiraziya Garê ya li Silêmanî nekir

Kolana têr Pîrozbahiya serfiraziya Garê ya li Silêmanî nekir

Bir cevap yazın Cevabı iptal et

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

App ji bo Telefona xwe Daxînin

Get it on Google Play

Manşet

  • Ciwanên Kobanê bi tilîliyan ve tevlî gerîla dibin
  • Ji Pênûsa Gerîla – Evîna Azadiyê
  • Ciwanên Kurd ên Berlînê NY’re name şandin
  • Têkoşîn berfirehtir û mezin dibe
  • ROJEVA 3’YÊ ADARA 2021’AN
  • Milîsên HBDH’ê li Amedê Polêsan da: Polêsek Mir
  • Komuna Ciwanên Enternasyonalist li Berlînê Şehîd Mazlum Kobanê Bibîr Anî
  • Li Navçeya Mensura ya Tebqayê Navenda Ciwanan Vebû
  • Li Helebê Ciwanên Şoreşger Dewreya Tenduristiyê vekirîbû, Dewre bi serkeftî Qediya
  • 60 Hunermenda Strana Nû ya ‘Gerîla’ Gotin

Herî zêde hatine xwendin

  • LEZGÎN – Li Kurdistanê leşkerekî dagirker dîsa kêm bû: Gerîla lê da

    LEZGÎN – Li Kurdistanê leşkerekî dagirker dîsa kêm bû: Gerîla lê da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 60 Hunermenda Strana Nû ya ‘Gerîla’ Gotin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi tilîliyan ve tevlî gerîla dibin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Amedê sloganan li ser diwara nivîsandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên ku navê xwe di dîrokê de nivîsandine

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 2 gerîlayên ku 2018’an bi êrîşa hewayî ya li ser Zapê şehîd bûbûn bi bîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Milîsên HBDH’ê li Amedê Polêsan da: Polêsek Mir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Zarokên Agir Bilançoya şewatên meha Sibatê parvekir: Çi neşewitandine kî!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2020. Hemû mafên xwe parastî ye

Ziman

  • Kurmanci
  • سۆرانی
  • Türkçe
  • عربي
  • English
  • Deutsch

Me Bi Şopînin

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • سۆرانی
    • Türkçe
    • عربي
    • English
    • Deutsch
  • Ser Rûpel
  • Çalakî
  • Daxuyanî
  • Hevpeyvîn
  • Analiz
  • Çand-Huner
  • Ciwanên Cihanê
  • Jinên Ciwan
  • Xwendekar
  • Dosya Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2020. Hemû mafên xwe parastî ye